Hemtjänst på kurdiska - kurmanci

Eveoyê hilbijêre. Xizmeta li gor daxwaza te.

Eveoyê hilbijêre

Eveo şirketeke xizmet û lênêrînê ye û xizmeta navmalê, rêberî, alîkarîya karûbarên malê ya bi kalîteya bilind pêşkêşî te dike. Personelê me yê pêbawer, fedakar û xwenda esasê kalîteya xizmeta me ye.
Li gor qanûna nuh ya xizmetê, tu bi xwe qerarê didî û hildibijêrî ku wê kî li mala te, xizmeta te bike.

Li gor dilê te

Xizmet divê li gor dilê te û daxwaza te be. Loma em pir ehemiyetê didin muhtacî û daxwazên te. Şertên te yên taybetî hene ji bo kesên ku wê xizmeta te bikin? Tu dixwazî kesekî nêzîkî te xizmeta te bike? Em guhdarîya te dikin û li gor şertên te yên taybetî xizmeta ji bo te bi cih tînin.

Tu qerarê didî

Alîkarên me yên hemşîreyan guhdar in û bi salan karê xizmeta navmalê û lênêrînê kirine. Ev yek esasê plankirin û bicihanîneke baş a karê me ye. Em garantî didin ku tu û merivên te hûn giş wê li ba Eveoyê ji xwe ewle, di emnîyetê de bin û alîkarîyeke baş werbigrin.
Di karê xizmeta navmalê de pir muhîm e ku çiqas mumkin be eynî alîkar her tim li ba te be. Bêguman hurmeta me ji bo bawerîya te ya dînî û kulturî heye. Loma li ba me tu bixwe kê bixwazî, dikarî hilbijêrî. Tu muhtacî alîkarîyan karên din bî; mînak lênêrîna lingan yan berber, em ê li mala te vê alîkarîyê bigihînin te.

Hevdîtina pêşî

Em bi seredaneke mala te dest bi karê xwe dikin. Tu û pêywendîkarê te hûn ê li ser daxwazên xwe bipeyivin. Em ê guhdarîya daxwaz û nêrînên we bikin û li gor wan planeke xizmet û lênêrînê ji we re çêkin. Di vê hevdîtinê de em ê namzed yan kesê alîkarîyê jî pêşnîyarî te bikin.
Eger tu muhtacî lênêrîneke din jî bî, wekî rehabîlîte kirinê, em ê jîmnasteke nexweşan bînin ku li te binêre.

Qerara alîkarîyê

Em li gor qerara alîkarîyê ya beledîyê kar dikin. Piştî ku em bi te û bi kesên nêzîkî te re qerarê li ser plana alîkarîyê bidin, em ê xizmet û karên xwe bi cih bînin. Li ba me li gor qerara alîakrîyê ya beledîyê tu di warê wext û bicihanîna xizmetan de xwedî gotin î. Ji bo ku tu û merivên te emîn bin, dîyaloga bi lênêrîna pêşî ya nexweşxaneyan re jî ji bo me pir muhîm e.

Wextekî li ba me veqetîne

Eger tu muhtacî alîkarîya li malê ya bi kalîte yî, li ba me wextekî veqetîne. Em ê bi kêfxweşî behsa xwe, behsa personelê xwe û behsa xizmetên xwe bikin. Eger te berê alîkarîya li malê wernegirtibe, lê belê niha mutac î, em ê rê nîşanî te bidin.

Em li kû kar dikin?

Em ji alîyê beledîya Stockholm, Solna, Haninge, Sollentuna û Järfällayê ve hatine qebûl kirin û xizmetên civakî pêşkêş dikin. Ji bo beledîyên din ku Eveo lê hatiye qebûl kirin û kar dike, li vê malperê binêre: www.eveo.se/nyheter.

Bi me re têkilî deyne

Eveo AB, Box 3127, 103 62 Stockholm
Adresa seredanê: Kungsgatan 36, Stockholm
Tel: 08-559 25 003, Fax: 08- 24 36 04
info@eveo.se, www.eveo.se

Nyheter

Img 0924

Senioryoga firar 2 år på Kupan
Vår Senioryoga firar 2 år på Kupan! Stort tack till yogaledare Kicki Åhs som ...

Img 6198

Eveos hemtjänst på lokal- tv i Södertälje
Var sjätte utlovade timme inom hemtjänsten i Södertälje kommun utfördes aldri...

Img 0958

Yogaresa till Tynningö med Eveo
Premiär! Första yogaresan med Eveo Seniorcentrum